Cîhekî me yê din tunebû ku em biçûnayê’: Bi darê zorê jicîhûwarkirin û rûxandinên libakurê Sûrîyê

Ev rapor bi zaneyî rûxandinên malên sîvîlan û bi darê zorê jicîhûwarkirina sîvîlan, û di hin rewşan de tevaya gundan, a ji alîyê Birêvebirîya Xweser, bi taybetî ji alîyê baskên wê yên polîs û leşkerî ve, bi pelik dike. Her çend Birêvebirîya Xweser îdia kiriye ku bi darê zorê jicîhûwarkirina sîvîlan ne keyfî bû, ji ber ku ji ber sedemên leşkerî yan ji bo ewlehî yan parastina rûniştîyên herêmê pêwîst bû, ev rapor hin rewşan bi pelik dike ku tê de hênceteke weha tunebûye. Amnesty International dihizire ku ev bûyerên jicîhûwarkirina bi darê zorê, rûxandin û desteserkirina milkên sîvîlan sûcên şer pêk tîne.

Choose a language to view report

Download PDF