MÎRATEYA TERORÊ: REWŞA XIRAB A ZAROKÊN ÊZIDÎ YÊN JI DÎŞI’YÊ RIZGARBÛYÎ

Di navbera 2014 û 2017’an de koma çekdar a ku xwe wek Dewleta Îslamî (DÎ) bi nav dikir sûcên şer û sûcên dijî mirovahiyê pêk anîn li hember civaka Êzidî ya li Iraqê. Komîsyoneke Lêkolînê ya NY’ê gihîşt vê encamê ku DÎ’yê li hember civaka Êzidî di asta jenosîdê de çalakî pêk anîne. Zarokên Êzidî ji aliyê DÎ’yê ve hatin revandin û kolekirin, hatin êşkencekirin, bi zorê ew beşdarî şer kirin, hatin tecawizkirin û bûn mijara binpêkirinên gelek xirab ên mafan. Ji aliyekê ve bi hezaran zarok hatin kuştin an jî revandin, bi sedan jî rizgar bûn û vegeriyan li ba malbatên xwe yên li Iraqê. Dîsa jî hatina wan a malê dawiya êş û azarên wan neanî.

Choose a language to view report

Download PDF