Hevkarê sereke yê hikûmeta Dewletên Yekbûyî (DY) yê li bakur-rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî berfireh û sîstematîk mafên zêdetirî 56,000 mirovên ku di destê xwe de digire bin pê dike. Piraniya wan di dawiya sala 2018an û destpêka sala 2019an de li dema şerên dawî yên bi “Dewleta Îslamî” (DAIŞ) re ketin nav destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD). Ew mirov niha di toreke berfireh a herî kêm 27 navendên desteserkirinê û du kampên desteserkirinê de tên ragirtin. Ev pergala desteserkirinê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê rêvebirin (di vê raporê de wekî rêveberiyên xweser hatiye binavkirin).

