Sûrîye: Bi erdê re rastkirina gundan a hevalbendên DYA sûcên şer pêk tînin

Amnesty International di raporeke îro weşandî de weha got: Mîsyoneke dîtina rastîyan bo bakurê Sûrîyê, pêleke jicîhûwarkirina bi darê zorê û rûxandina xanîyan dîyar kiriye ku sûcên şer pêk tîne; ew ji alîyê Birêvebirîya Xweser a bi serkêşîya partîya sîyasî ya Kurdên Sûrîyê, Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) a ku herêmê kotnrol dike, hatiye pêkanîn. Birêvebirîya Xweser li erdê hevalbendekî serekî yê koalîsyona bi serkêşîya DYA ye, ku li dijî koma çekdar a ku ji xwe re dibêje Dewleta Îslamî (DÎ) li Sûrîyê şer dike.

View Report in Kurdish