Çalakiyên kobanê yên li Tirkiyê: binpêkirinên mafên mirovan

Cotmeha 2014’an, li başûrê rojhilatê Tirkiyê ku piranî Kurd in, xwepêşandan pêk hatin li dijî pêşdeçûna komeke çekdar, ku xwe wek Dewleta Îslamê (DÎ) bi nav dike, ya ber bi bajarê Kurdan Kobanê/Ayn Al-Arab yê li ser sînorê Suriyê û Tirkiyê, û wê demê jî bajar bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû ku komeke çekdar a ku xwedî girêdanên bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Nêzikî 200,000 penaberên Kurdên li Suriyê ji sînor derbasî nav Tirkiyê bûn. Çalakgeran DÎ û hin kesên li Tirkiyê û endamên hikumetê protesto kirin, her ku ew bi hevkariya wan sûcdar dikirin, û ew wek tawanbarê alîkariya ji bo pêşdeçûna DÎ didîtin. Li encama protestoyên yek hefteyê û tundiya berfireh a bi pê re, 40’î zêdetir kes mirin ku tê de çalakgerên Kobanê, dijberên polîtîk ên ku bi piştgiriya DÎ dihatin sûcdarkirin, kesên ku di rê de derbas dibûn, û polîs hebûn. Pevçûnan di heman demê de bi xwe re gelek birîndarî jî çêkirin, û li başûrê rojhilatê Tirkiyê ku piranî Kurd in û li deverên din bûn bayîsê rûxandina milkên şexsî û gelemperî.

Ev rapor kêmasiya rayedaran a di bergiriyên kuştin û birîndarbûnan de ku dema pevçûnên navbera komên dijber çêbûn, bikaranîna hêza zêdeyî ya ji hêla polîsan ku bû bayîsê kuştin û birîndarbûnan û kêmasiya hiqûqî ya ku nekarî ji qurbaniyan re edalet û tezmînatê dabîn bike, dest nîşan dike.

Choose a language to view report

Download PDF